Libya | Xwepêsanderan bi ser avahiya Komîsyona Bilind a Hilbijartinan de girt
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku alîgirên komên cuda yên Libyayê ji bo protestokirina hilbijartinên ku wê 24ê Kanûnê bên lidarxistin, ketin nav navenda Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Libyayê ya li bajarê Terablûsê.
Li gorî ragihandina medya Libyayê ku hin dîmen weşandine, xwepêşanderan şevê din êrîşî navenda komîsyona hilbijartinan kiriye û red kirine ku hilbijartinên 24ê Kanûnê werin lidarxistin.
Herwiha hatiye diyarkirin ku komên protestokar dixwazin konê çalakiyê li pêşiya navendê vekin da ku hilbijartinên serokatiyê û parlementoyê ku dê 24ê Kanûnê werin lidarxistin qebûl nekin.
Li aliyê din cîgirê serokê komîsyona hilbijartinên Libyayê Abdullhekîm El-Şeab êrîşa xwepêşandêran a ser navendê red kiriye.
Hêjayî gotinê ye, herî dawî bi biryara dadgehê re General Xelîfe Hefter ji nû ve mafê namzediya seroktiyê bo hilbijartinan bi dest xistibû.