TR KU SO
FB X
Cîhan

Lîderekî mezin ê El Qaîdeyê hat kustin

Admin H
Nivîskar
📅 25 cotmeh 2020 16:51

PeyamaKurd – Gerînendetîya Ewlehiya Netewî ya Afganistanê (NDS) ragihand ku lîderekî mezin ê El Qaîdeyê ku yek ji terorîstên FBI li pey bû, Ebû Muhsin el Masrî hatiye kuştin.

NDSê li ser Twitterê daye xuyakirin, kesê duyem ê El Qaîdeyê el-Masrî li wilayeta Gaznî ya Afganistanê di encama operasyoneke taybet de hatiye kuştin.

El-Masrî ji alîkariya darayî bo rêxistina terorê û kuştina Amêrîkiyekê tê tawanbarkirin.

Parve bike: