TR KU SO
FB X
Cîhan

Lîderên G7an roja Înê li ser pêsdeçûnên Sûriyê diaxifin

Admin M
Nivîskar
📅 11 berfanbar 2024 02:12

PeyamaKurd – Piştî roxandina rejîma Baasê ya Sûriyê welatên G7an dê roja Îne li ser online dê li ser rewşa Sûriyê biaxifin.

Piştî roxandina rejîma Sûriyê civaka navdewletî rewşa li Sûriyê dişopîne. Ji çapemeniya DYAyê kesekî ku nexwestiye navê wî /wê aşkera bibe û bingeha xebera xwe biriye ser rayedarekî DYAyê, gotiye ku Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya, Îngiltere û DYA an ku endamên G7an dê roja Înê li ser online civîna xwe ya li ser rewşa Sûriyê bikin.

Di nûçeyan de tê gotin ku roja civîna xwe berê destnîşan kirine lê ji ber rejîma Sûriyê roxiya, rewşa li Sûriyê jî kirine mijareka xwe.

Parve bike: