Cîhan
Lîtwanyayê jî "Rewsa Awarte" ragihand
PeyamaKurd – Lîtwanyayê jî piştî biryara Serokê Rûsyayê Vladimir Putin roja 24ê Sibata 2022yan ya êrîşî Ukraynayê, “Rewşa Awarte” ragihand.
Li gor zanyariyan, Serokê Lîtwanyayê Gitanas Nauseda bi Encûmena Bilind a Asayîşê ya welatê xwe re civiya û bi fermanekê, “Rewşa Awarte” ragihand.
Biryara destpêkirina operasyoneke leşkerî ya taybet ji bo parastina Donbasê li başûrê rojhilatê Ukraynayê, ji aliyê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin roja Pêncşemê danê sibê hat ragihand û Putin eşkere kir, Rûsya nahêle Ukrayna bibe xwedî çekên atomî û bibe endamê NATOyê.