TR KU SO
FB X
Cîhan

Lûtkeya Rûhanî- Pûtîn- Erdogan di serê îlonê de ye

📅 17 tebax 2018 01:30

PeyamaKurd - Dîmîtriy Peskovê Berdevkê Kremlînê ragihand,  xebatên li ser lûtkeya çareserkirina krîza Sûriyeyê ya di navbera Tirkiya, Rûsya û Îranê de ku li serê îlonê dê were kirin berdewam e.

Berdevkê Kremlînê Dîmîtriy Peskov li Moskovaya paytext daxuyanî da rojnamevanan û li ser lûtkeya çareserkirina krîza Sûriyeyê ya di navbera Tirkiya, Rûsya û Îranê de ku pîlan dikin li Tehrana paytextê Îranê were kirin nirxandin kir.

Peskov diyar kir ku xebatên ji bo lûtkeyê dewam dikin û wiha pê da çû: "Ji bo lûtkeya çareserkirina krîza Sûriyeyê ya di navbera serokên Tirkiya, Rûsya û Îranê de ku li serê îlonê dê were kirin xebatê me dewam dikin. Dema kanalên dîplomatîk li ser bernameya lûtkeyê li hev bikin em ê ji raya giştî re diyar bikin."

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin jî, duh di daxuyaniya xwe da bi bîr xistibû ku civîna 2yan a Pêvajoya Astanayê ya li ser Sûriyeyê didomînin li Enqereyê hat kirin û wiha gotibû: "Tê pîlankirin ku civîna 3yan di serê îlonê da li Tehranê were kirin. Dema dîrok tam eşkere bibe em ê diyar bikin. Bi taybetî ji bo ku şerê li Sûriyeyê bi rêyên dîplomatîk were çareserkirin em girîngiyê didin pêvajoya Astanayê."

Parve bike: