TR KU SO
FB X
Cîhan

Macarîstan: Di vî serî de kes bi ser nakeve

Ruken güler
Nivîskar
📅 24 sibat 2023 20:30

PeyamaKurd- Serokwezîrê Macarîstanê Viktor Orban, şerê Rusya û Ukraynayê nirxand û da zanîn ku di vî şerî de kes nikare bi ser bikeve. Lewra pêwîstî bi agirbestê heye û piştre jî dan û stendinên aştiyê di zûtirîn demê de dest pê bikin.

Orban ji radyoya dewleta Macarîstanê Kossuth Radyoyê re axivî û got, "Rusya nikare di şer de bi ser bikeve, ji ber ku Rojava ewqas çek, enerjî û pereyan ji bo Ukraynayê seferber dike ku ne pêkan e ku li hember hêzeke wiha şerekî vekirî bi ser bikeve. Ji ber ku yên ku difikirin ku Rusya, hêza nukleerî dikare têk bibe, şaş in."

Viktor Orban amaje bi wê yekê kir ku nerast e ku Ewropa di alîkariya Ukraynayê de sînoran nede, ji ber ku roj bi roj zêdetir tê kişandin nav şer û got, dibe ku di demek nêzîk de pêşniyaza şandina hêzên aştiyê ji bo axa Ukraynayê bikeve rojevê.

Orban destnîşan kir ku Macarîstan endamê NATOyê ye û NATO jî hevalbendiyeke berevaniyê ye û destnîşan kir ku welatên endamên NATOyê dikarin li derveyî NATOyê destwerdanên leşkerî bikin lê endamên din ên ku naxwazin beşdar bibin, nikarin bi zorê bên kirin.

Serokwezîr Orban diyar kir ku Swêd û Finlandiya bi xwe piştgiriya endamtiya NATOyê dikin û da zanîn ku hin parlamenterên partiya wî Yekîtiya Hemwelatiyên Macarîstan (Fidesz) bi hinceta ku Macarîstan li ser vê yekê îdiayên derew belav dike, naxwazin piştgiriyê bidin herdu welatan.

Orban got, "Heger Swêd û Finlandiya dixwazin Macaristan adil be û beşdarî endametiya NATOyê bibe, divê ev welat jî heman gavan bihavêjin û li ser Macarîstanê îdîayên derew belav nekin. Fikara Tirkiyeyê ew e ku li Swêdê rêxistinên terorê li dijî Tirkiyeyê tevdigerin. Ew hevalbendên me ne û divê em dengê wan bibihîzin." 

Parve bike: