TR KU SO
FB X
Cîhan

Macron:"Amerîka bi Biden dageriya ser kewna berê"

Admin M
Nivîskar
📅 13 hezîran 2021 02:27

PeyamaKurd – Li Îngîltere li Gallerê li Cornwallê zîrwe ya G7 an ya serokan pêk tê. Di hevdîtina serokê Amerîkayê Joe Biden û serokê Fransayê Emmanuel Macron de, Macron got:

"Amerîka bi Biden dageriya ser kewna xwe ya berê"

Biden û Macron di roja 2 yê zîrweyê de hevdîtin kirin. Serokê Fransayê Macron weha dewam kir:

“Mirov xwediyê serokekî ku hevkariyê bixwaze û perçeyekî ji yekîtiya mirov be, tişteka herî xweşe. Amerîka weka serpereştê hevkar yê dinya azad dageriya û tişta ku nîşan dide hevpariya serokatiyê ye.”

Parve bike: