Cîhan
Macron bal kisand ser ‘êrîskariya’ Rojava û got: NATO miriye!
PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, bal kişand ser êrîşên Tirkiyê yên ser Rojava û li ser nebûna hemahengiyê di NATOyê de got, “Niha NATO mirina mejî dijî”.
Macron ragihand, “Di ti proseyên biryardanê de, di navbera Amerîka û Ewropayê de hemahengî nîne. Li qadeke ku berjwendiyên me di xeterê de ne, niha hevpeymaniyeke din a NATOyê ango Tirkiye, çalakiyên êrîşkarî yên ne kordînekirî pêk tîne.”
Macron herwiha got, ‘Niha tişta ku em dijîn mirina mejî ya NATOyê ye.”