Cîhan
Macron bi sedema bûyeran seredana xwe ya Almanya pas de xist
PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi sedema bûyerên li Fransayê diqewimin, seredana xwe ya Almanya paş de xist. Macro wê seredana xwe di navbera rojên 2-4 ê Tîrmehê de bikira. Li Fransayê bi sedema kuştina xortekî ji aliyê polîs de, xwepêşandan destpêkiribûn û niha jî dewam dikin. Li ser paşdexistina seredana Macron ya ji bo Almanya, serokatiya Almanya ji bo çapemeniyê weha got:
“Îro serokê Fransayê Macron bi serokkomarê Almanya bi Steinmeier re di rêya telefonê de axifî û di derbarê bûyerên li Fransayê de agahiyan da. Ji ber rewşa Fransayê jî Macron ji serokkomarê Almanya xwest ku seredana fermî ya Macron paş de bixe.”