Cîhan
Macron bo Pûtîn: Divê Kurd bên parastin…
PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di pêwendiya telefonî ya digel Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de, got, “Hîn li Sûriyê rêxistina terorîst DAIŞ nehatiye qedandin û divê Kurd werin parastin.”
Li gorî daxuyaniya Koşka Elyseeyê Macron ji Pûtîn re diyar kir, “Pêwîst e mafên gelên herêmî bên dayîn û digel hevpeymaniya navdewletî ya Amerîka pêşengiya wê dike, Kurdên Rojava yên şerê DAIŞê dikin werin parastin.”
Macron herwiha destnîşan kir ku ji bo Fransayê ya herî girîng tunekirina DAIŞê ye û got, “Ji bo DAIŞ bê tunekirin û rê li ber zindîbûna terorîstan li herêmê bê girtin, divê têkoşîn berdewam be.”
| PeyamaKurd