TR KU SO
FB X
Cîhan

Macron, dest bi gera xwe ya sê dewletan kir lê ji Misrê destpêkir

Admin M
Nivîskar
📅 09 gulan 2026 19:07

PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron di çarçova gera xwe ya Afrîka de çû Misrê, bajarê Îskenderiyê. Macron bi serokê Misrê Sisi re tevlî merasima vekirina kampusa zankoya Senghorê dibe. Macron dixwaze pêwendiyên navbera her dû welatan xwurt bike.

Macron wê li sê welatan bigere ku ew jî Misir, Kenya û Etiyopya ne.

Li gor çapemeniya Misrê; Macron gihaye bajarê Îskenderiye û li wê derê serokê Misrê Abdulfettah Sisi pêşwaziya wî kiriye. Wê her dû lîder bi tevlîbûna hinek rayedarên Afrîka re tevli merasima vekirina kampusa zankoyê bibin.

Zankoya Senghorê di sala 1990an de li Îskenderiye ava bûye û girêdayê Rêxistina Frankofoni ya Navdewletî (OIF) ye. Zanko, bernameyan pêşkêşî geşepedana Afrîkayê dike, di seha tenduristiyê, hawirdoriyê, çand û rêvebiriyê de lîsansa bilind dide kirin.

Macron, piştî gera Misrê temam bike dê here Kenya û Etiyopyayê û tevlî civînên hevkariyê bibe.

Parve bike: