TR KU SO
FB X
Cîhan

Macron: Di muzakereyan de Tirk û Çîniyan naxwazim!

Admin H
Nivîskar
📅 23 berfanbar 2022 04:05

PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, li ser mercên bo amadebûna muzekereyên Kîev û Moskowê ragihand ku ew naxwaze tenê Tirk û Çînî di danûstandinan cî bigirin.

Macron li ser gotinên xwe yên ku ji hevpeymanên Ewropî bertek hatine nîşandan diyar kir: ‘Ez naxwazim yên di muzakereyan de cî bigirin tenê Tirk û Çînî bin.”

Macron herwiha destnîşan kir ku ew di muzareyên Ukrayna û Rûsyayê de bo dawîkirina şer rijd e, lê diyar kir ku hîn dema dîplomasiyê jî nehatiye.

Herwiha Macron da zanîn ku Rûsya ji destpêkê ve aştiyê naxwaze, tenê teslîmbûnê dixwaze û niha armanca me ya sereke jî stratejiya xweparastina Ukrayna û serfiraziya wê ye.

Parve bike: