Cîhan
Macron: Dîmen bi zelalî nîsan didin ku ev tawana ser e!
PeyamaKurd - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, dîmenên li bajarê Bûçayê yê Ukraynayê nirxandin û da zanîn ku temaşekirina li van dîmenan gelek dijwar e û ev dîmen bi awayekî zelal nîşaneya tawana şer e.
Macron bangwazî kir ku dorpêçên nû li ser Rûsyayê bên sepandin û got: “Divê endustriya komir û potrolê ya Rûsyayê were armanckirin.”
Macron da zanîn ku ew ê vê bangewaziya xwe ya dorpêçê, bi Almanyayê re kordîne bikin.