Cîhan
Macron: Divê tansiyon bê kêmkirin
PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, di civîna çapemeniyê ya piştî Lutkeya G20an de ku li bajarê Osaka yê Japonyayê hat lidarxistin bal kişand ser krîz û rakêşiya navbera Îran û Amerîkayê û got, ‘Tişta sereke kêmkirina tansiyonê ye.’
Macron herwiha destnîşan kir ku armanca welatên ewropî ew e ku Îran nebe xwediyê çekên atomî û ji peymana nukleerî jî venekişe.
Serokomarê Fransayê li ser mijara Sûriyê jî Lutkeya Stenbolê ya ku sala borî bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re lidar xistibûn anî ziman û diyer kir, “Bi şertê ku lîder sozên ku li Neteweyên Yekbûyî dane bicih werînin, em dixwazin destpêka payizê lutkeyeke din bi heman şêweyê lidar bixin.”