Macron: Ev rews, dê heta dawiya havînê berdewam be
PeyamaKurd- Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, ji rojnameya Le Parisien re axivî û got ku bihayên xwarinê li Fransayê dê "heta dawiya havînê bilind bimînin."
Emmanuel Macron, di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa buhayiyê ya li welêt û got ku ev rewş dê niha bi vî awayî berdewam be û axaftina xwe bi vî awayî berdewam kir:
“Li Fransayê mûçeya kêmtirîn her ku diçe zêde dibe. Divê mûçeyên din li pey xwe bihêlin û ev yek ji mijarên ku niha di hikûmetê de tê nîqaşkirin e.”
Macron, bal kişand ser şerê navbera Rusya û Ukraynayê û got,
“Erka me ew e ku em bi hemû hêza xwe alîkariya Ukraynayê bikin ku li ber xwe bide, nehêlin Rusya bi ser bikeve û ev pevçûn berfireh bibe. Em ê her tiştî bikin da ku ev şer berfireh nebe.”
Beriya niha Enstîtuya Neteweyî ya Îstatîstîkê ya Fransayê (Insee) ragihandibû ku enflasyona salane li Fransayê di dawiya meha Adarê de %5,7 bû. Bihayên xwarinê di meha Adarê de li gorî sala borî ji % 15,9 zêde bûn.
Di destpêka Adarê de Wezîrê Aborî û Darayî yê Fransayê Bruno Le Maire tedbîrên nû ji bo parastina Fransiyan ji enflasyona xwarinê ragihandibû ku dê heta hezîranê derbasdar bin.