Cîhan
Macron: Hafter agirbesê qebûl kir
PeyamaKurd- Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi generalê muxalif yê Lîbyayê, bi general Hafter re li qesra Elysee civiya. Di hevdîtinê de Hafter razî bû û peymana ku agirbesê radigihîne îmze kir. Eger hukumeta ku ji aliyê Neteweyên Hevgirtî de rewa tê qebûlkirin peymanê îhlal bike, wê general Hafter peymanê xerab bike.
General Hafter ji aliyê Fransayê, Misrê û hinek dewletên Kandavê de tê destekkirin.