Macron ji bo agirbesteke nû diçe Qeterê: ‘Agirbest mayînde nebe, wê ser 10 salan bidome’
PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, ji ber dawîbûna agirbesta Xezzeyê û destpêkirina şer ji nû ve xemgîniya xwe anî ziman û ragihand, ew dê ji bo alîkariya hewlên agirbesteke nû serdana Qeterê bike.
Macron piştî Lûtkeya Keşûhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP28) got, ji bo agirbesteke mayînde û azadkirina hemû dîlan hewlên heyî divê du qat werin zêde kirin.
Macron bang li Îsraîlê jî kir ku armancên xwe yên dijî Hemasê zelal bike û armanca xwe ya dawî diyar bike.
Macron got: "Heke armanca şerê Îsraîlê tunekirina tam ya Hemasê be, wê demê şer wê 10 salan bidome."
Macron Îsraîl hîşyar kir: "Ger ewlekarîya Îsraîlê bi bêrdela jîyana Filîstîniyan û bi vî awayî jî hêrsa raya giştî ya li herêmê pêk were, li herêmê bo Îsraîlê ewlekarîya mayînde çênabe. Werin em bi hev re aqilmend bin."