TR KU SO
FB X
Cîhan

Macron ji bo Libyayê hisyarî da Tirkiyê: Êdî bes…

Admin H
Nivîskar
📅 20 rêbendan 2020 01:25

PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di axaftina xwe ya li Konferansa Berlînê ya bo Libyayê de ku îro birêve diçe de, hişyarî da Tirkiyê ku ji Sûriyê şervanan dişîne Libyayê.

Macron ji bo Tirkiyê ku ji parlamenê jî biryara şandina hêzê bo Libyayê derxistiye ragihand, êdî bes ji Sûriyê şervanan bişînin Libyayê û got, “Divê ez bînim ziman ku anîna şervanên Sûriyeyî û biyanî bo Trablûsê min gelekî dixe fikaran. Divê dawî li vê were.”

Macron herwiha diyar kir, “Yên ku bi şandina şervanan li pey berjewendiyekê ne, haya wan jê nîne ku xwe û me hemûyan dixin bin xeteriyeke mezin.”

Parve bike: