TR KU SO
FB X
Cîhan

Macron ji gelê Ruandayê lêborîn xwest!

Admin H
Nivîskar
📅 27 gulan 2021 19:10

PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, ji ber berpirsiya welatê xwe di komkujiya sala 1994an a welatê Ruandayê de, lêborîn xwest.

Macron di serdana paytexta Ruanda Kigalîyê de, li ber bîrdariya komkujiya Tustsîyan ku 250 hezar zêdetir gor tê de hene axaftinek kir û bi sedema ku Fransayê wê demê li kêleka rejîma komkujî kiriye cî girtiye, lêborîn ji gelê Ruandayê xwest.

Macron bibîr xist ku ew ji bo radestkirina berpirsiyariya welatê xwe hatiye Ruandayê û diyar kir ew ne şirîkê wê tawanê ne, lê ji we lêborînê dixwazin.

Parve bike: