TR KU SO
FB X
Cîhan

Macron ji Netanyahu re got: Hêrisa Refahê sûcê ser e

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 25 adar 2024 14:24

PeyamaKurd - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, li dijî Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu axivî û got ku hêrişa Refahê, "Sûcê Şer e." 

Macron, dijberiya xwe ya tund" li hember hêrişa Îsraîlê ya li ser Refahê piştrast kir û hişyarî da ku "ji cîhûwarkirina bi darê zorê sûcê şer e."

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP), Macron di pêwendiya telefonî ya bi Netanyahû re banga agirbesta lezgîn û mayînde kir.

Macron tekez kir ku divê hemû deriyên bejayî yên ji bo alîkariyên mirovê tafilê û bê şert û merc bên vekirin.

Îsraîl roja îniyê ragihandibû ku wê 800 hektar erd li Geliyê Urdunê li Şerîeya Rojava ya dagirkirî bi armanca avakirina wargehên nû desteser kiriye.

Parve bike: