Cîhan
Macron: Le Pen were hilbijartin dê ser derkeve
PeyamaKurd-Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, ji bo hevrika xwe Marine Le Pen got, ger Le Pen bibe Serokomara Fransayê, dê nijadperstî car din vegere welêt û dê şer derkeve.
Emmanuel Macron û Marine Le Pen di Hilbijartinên Serokomariya Fransayê yên 24ê Nîsanê de bi dengên herî zêde bûn hevrik û dê di gera duyem de car din pêşbaziyê bikin. Serokomarê heyî Macron li ser hilbijartinên gera duyem jî da zanîn ku ger Le Pen were hilbijartin, dê pêşî li pêvajoyeke xetere vebibe.
Macron dibêje ku projeyeke veşarî ya Le Pen heye da ku Fransayê ji Yekîtiyaa Ewropayê derxe. Macron dide zanîn ku têkoşîna wî ne tenê ji bo Fransayê ye, ji bo Ewropayê ye jî. Serokomarê Fransayê radigihîne ku ew ê bi hemû hêza xwe li hember vê projeyê derkeve.