TR KU SO
FB X
Cîhan

Macron: Li hember Rûsyayê ti lawaziyekê nîsan nedin!

Admin H
Nivîskar
📅 24 tebax 2022 00:21

PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, peyameke vîdyoyî ji Lutkeya Platforma Kirimê re şand û tê de bangewazî li civaka navdewletî kir ku li hember êrîşkariya Rûsyayê ya ser Ukraynayê ti lawazîyekê nîşan nedin û nekevin hewla lihevkirinê.

Macron di axaftina xwe de, careke din bang li Rûsyayê jî kir ku şer rawestîne, hêzên xwe ji nav erda Ukraynayê vekişîne û ji bo pêkanîna aştiyê jî rêya dîplomasiyê hilbijêre.

Herwiha Macron di peyama xwe diyar kir, ew hemû aliyan vedixwîne ku ji bo axa Ukraynayê û dahatuya wê hemû rêyên dîplomatîk werin bikaranîn.

Macron bal kişand ser ku Rûsyayê di sala 2014an de bi dagirkirina Kirimê re hiqûqa navdewletî binpê kiriye.

Parve bike: