Cîhan
Macron pesnê YPGê da û got…
PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, di axaftina xwe ya sala nû ya 2019an de, derbarê polîtîkaya Fransa ya Sûriyê de daxuyanî dan.
Macron got, “Biryara vekişînê ya dostê me Amerîkayê, me ji armanca me ya stratejîk a Sûriyê naguherîne. Divê em koka terora DAIŞê biqelînin.”
Macron di axaftina xwe de pesnê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku piranî ji YPGê pêk tê da û got, “Di serkeftinên dijî DAIŞê de roleke gelekî mezin leyîstin.”
Serokomarê Fransayê Macron herwiha ji ber êrîşa Minbicê ya ku leşkerên Amerîkî tê de can dabûn, sersaxî xwest.