Cîhan
Macron: Pistî ku me ISÎD têk bir, em ê ji Sûriyê derkevin!
PeyamaKurd- Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Amerîkayê li Zanîngeha George Wanshingtonê ji xwendevanên zanîngehê re axivî û got ku armanca me ew e ku em IŞÎDê têk bibin. Piştî ku me IŞÎD têk bir, em ê ji Sûriyê derkevin.
Ji xeynî vê jî li ser mijara peymana çekên kîmyewî Macron got ku Serokê Amerîkayê Donald Trump wê di meha Gulanê de peymana çekên kîmyewî betal bike.
Macron wiha berdewam kir: Trump got ku piştî şerê IŞÎDê em ê şerê li Sûriyê xilas bikin. Em jî weke wî difikirin. Piştî ku şer li Sûriyê xilas bû, êdî ti karê me li Sûriyê namîne.