Macron, Scholz û Draghi gihîstin Kîevê: Wê bi Zelensky re bicivin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz, Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û Serokwezîrê Îtalya Mario Draghi, îro 16ê Hezîranê piştî destpêkirina şerê Ukrayna cara yekem çû Kîevê.
Li gorî ajansa Alman DPA Scholz, Macron û Draghi îro Pêncşemê gihîştin paytext Kîevê û wê bi Serokê Ukrayna Volodimîr Zelenskiy bicivin.
Serokwezîrê Almanya Scholz, di trêna ku diçû Kîevê de da xuyakirin ku di nîvê şer de serdana Kîevê ya her sê serokan xwedî girîngiyeke mezin e ku ew piştevaniya xwe bo Ukraynayê nîşan didin.
Scholz, herwiha got ku tênê nîşandana hevaltiyê têr nake û ew dixwazin alîkariyên darayî, mirovî û çekan bo Ukraynayê jî misoger bikin.
Serokwezîrê Alman bal kişand ser dorpêçên li ser Rûsyayê ji ber êrîşên ser Ukraynayê hatine sepandin û diyar kir, mebesta bi van dorpêçan fişarê li ser Rûsyayê bikin daku ji Ukraynayê vekişe û nehêlin Rûsya tişta dixwaze bike.