Macron: “Tirk, ew gotina ku bibe tevger, jê re rêz digre”
PeyamaKurd- Serokê Fransayê Emmanuel Macron li ser qewimandinên rojhilata Derya Sipî beyanan da. Macron bi keştiya şer destekê da Yûnansitanê û weha got:
“Tirk, tenê ew gotina ku bibe tevger, jê re rêz digre”
Macron got ku Fransa di mehên havînê de li hemberê xebatên Tirkiyê yên li rojhilatê Derya Sipî tewrekî sert bo Tirkiyê daniye û xetên sor daniye. Macron weha dewam kir:
“Ankara ji gotinan re rêz nagre, tenê ji tevgeran re rêz digre. Eger em werin ser mijara desthilatdariya Derya Sipî, divê kiryarên min û gotinên min weka hev bin. Ez dikarim bêjim tenê Tirk ji veya fêm dikin. Eger hun gotina xwe bêjin û nekevin nava tevgerê…Tişta ku Fransa vê havînê kir girîng bû. Ev siyaseta xeta sor e. Min li Sûriyê jî vêya kir. Di demên dawiyê de stratejiya Tirkiyê ne ya hevkarekî NATO ye.”
Macron her weha got ku bo bi Tirkiyê re peymanên baweriyê bên girêdan, berya wê divê hinek tiştên din bên kirin.