Macron û Aliyev bi telefonê axivîn
PeyamaKurd- Serokomariya Azerbaycanê, bi daxuyaniyekê ragihand ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, bi telefonê axivîn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Macron û Aliyev ji bo vekirina rêya Axdam-Xankendî û Laçîn-Xankendî axivîn.
Hat eşkerekirin ku Aliyev diyar kir ku Ermenîstan û rejima ku ji aliyê vî welatî ve li herêma Qerebaxê ya Azerbaycanê hatiye avakirin û piştgiriya wan tê kirin, bi qestî li pêşiya bikaranîna rêya Agdam-Xankendî astengiyên çêkirî çêkirine û ji bo manîpulasyonên siyasî bi kar tînin.
Her wiha hat zanîn ku Aliyev diyar kir ku Ermenîstan û rejima bi navê xwe ji peymana ku bi navbeynkariya Xaça Sor a Navneteweyî ya li ser rêya Axdam-Xankendî hatiye kirin, xwe dûr dixin û destnîşan kir ku rêveberiya Erîvanê barên ku îdia dike ku armancên mirovî nehanîne ser sînor.
Li gorî daxuyaniyê, Macron jî diyar kir ku ew amade ne ji bo aramkirina rewşê û ji holê rakirina aloziya heyî tevkariyê bikin û pêşniyaz kir ku têkiliyên di navbera saziyên pêwendîdar ên Fransa û Azerbeycanê de berdewam bin.
Her wiha hat zanîn ku Macron îro bi telefonê bi Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan re jî axiviye.