TR KU SO
FB X
Cîhan

Macron û Merkel li ser rojhilatê Derya Sipî peyam dan

Admin M
Nivîskar
📅 21 tebax 2020 03:17

PeyamaKurd- Serokê Fransayê Macron û serokwezîra Almanya Merkel li başûrê Fransayê li Kela Bregançonê civînekî kirin û piştî civînê derketin ber çapemeniyê.

Di hevdîtinê de li ser têkiliyên bi Çinê, Amerîkayê, Rûsyayê û Tirkiyê axifîn û gihan wê biryarê ku divê Yekîtiya Awrûpayê weka aktorekî jeopolîtîk derê ortê û eger bi yekdengekî biaxifin, wê bêhtir xurt bin.

Merkel got ku li rojhilatê Derya Sipî rewş gelek cidiye û weha got:

“Li wê derê pêdiviya me bi îstîqrarê heye, ne bi aloziyê. Eger em û Fransa hêza xwe bikin yek, wê encamekî baş derê ortê. Em qebûl nakin ku êrîş werin ser hukumraniya endamên Yekîtiya Awrûpê. Divê ne bi aloziyan lê bi rêya diyalogê mesele çareser bibin. Ev gotina min bo hemû layan e. Em hewl didin da di navbera Tirkiyê û Yûnanistanê de diyalog çêbibe.”

Macron jî ragihand ku YA yê li Rojhilatê Derya Sipî xwediyê wê erkeye ku dikare hûqûa navdewletî biparêze. Di beyana Macron de hat ragihandin ku bi endamê YA yê, bi Yûnanistanê Kibrisa Rûma re di nava hevkariyê de ne û di vê mijarê de Berlîn û Parîs hemfikrin.

Parve bike: