Cîhan
Macron û Scholz banga agirbestê li Pûtîn kirin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron pêwendiyeke telefonî li ser şerê Ûkraynayê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn re pêk anîn û xwestin agirbestê ragihîne.
Li gorî çavkaniyên hikûmeta Almanyayê di pêwendiyê de, Almanya û Fransayê ji Rûsyayê daxwaz kirine demildest agirbestê li Ûkraynayê ragihîne.
Herwiha Scholz ji Pûtîn re gotiye ku ji bo çareseriya pirsgirêkên Ûkrayna û Rûsyayê pêwîste di muzakereyan de israr bikin.
Hatiye diyarkirin ku her sê lîderan li ser li hev kiriye ku di nav dîyalogê bin.