TR KU SO
FB X
Cîhan

Makedonya Bakûr bû endamê NATO yê

Admin M
Nivîskar
📅 28 adar 2020 02:52

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku piştî temamkirina temamê formalîteyên fermî, Makedonya Bakûr bû endamê NATO yê 30 yemîn. Li ser mijarê sekreterê giştî yê NATO yê Stoltenberg, bi nivîskî peyamekî belav kir û di peyama xwe de weha got:

“Îro Makedonya Bakûr bû endamekî malbata NATO yê. Malbatekî ji 30 milletan û nêzî 1 mîlyar nûfûsa wê heye. Ev malbat diçe ser bingeheka li ser rastî û baweriyê.”

Stoltenberg bibîr xist ku di sibata 2019an de, bi Makedonyayê re protokola tevlîbûna NATO yê hatiye îmzekirin û paşî temamê meclisan mijarê tesdîq kiriye.

Wê merasimekî di 30 yê adarê de li baregeha NATO yê bê kirin û ala Makedonyayê wê hildin jorê.

Parve bike: