Cîhan
Malbata ku li Iraqê xwest 2 zarokên xwe bifirosin hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Li Iraqê malbatek dema dixwest zaroka xwe li bajarê Enbarê bi 150 hezar dolarî bifroşe hat desteserkirin.
Dê û bavên ku dema dixwestin 2 zarokên xwe yên keç û kur bi 150 hezar dolarî li Iraqê bifroşin, hatin desteserkirin.
Di daxuyaniya Rêxistina Îstixbarat û Vekolînê ya Federalî ya girêdayî Wezareta Navxwe ya Iraqê de hat ragihandin, dê û bavên ku li Enbarê dixwestin zarokên xwe yên keç û kur bi 150 hezar dolarî bifroşin, hatin desteserkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, hêzên ewlehiyê li ser îxbarê tevdigerin û di encamê de malbat di bin çavan de hatiye girtin.