TR KU SO
FB X
Cîhan

Malkiyê ku Mûsil ji rêxistinê re histibû, Amerîka bi damezrandina DAISê tawanbar kir

Admin H
Nivîskar
📅 31 berfanbar 2023 16:07

PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê Iraqê û Serokê Hevpeymana Dewleta Yasa Nurî Malikî, di merasîma salvegera kuştina Qasim Suleymanî de axivî û Amerîka bi derxistina holê ya DAIŞê tawanbar kir.

Hêjayî gotinê ye, dema Malikî sala 2014an serokwezîr bû, bêyî ti şerekî hêzên Iraqê ji Mûsilê vekişiyabûn û herêm ji DAIŞê re hatibû hiştin.

Malikî di merasîmê de, îdia kir ku rêxistina terorîst DAIŞê li Enbar a Iraqê, ji aliyê Amerîkayê ve hatiye damezrandin.

DAIŞê yek ji êrîşa xwe ya herî mezin di Hezîrana 2014an de di serdema Nurî Malikî de pêk anîbû û kontrola Mûsil û Tikritê bi dest xistibû. Wê demê Malikî gelekî hatibû rexnekirin ku ew dever ji DAIŞê re hiştine.

Parve bike: