Cîhan
Marco Rubio bi Serokwezîrê Îsraîlê re axivî
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Wezîrê Derve yê DYAê Marco Rubio bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu re bi telefonê axiviye.
Li gorî çapemeniya Îsraîlê, Rubio duh di dema rêwîtiya xwe ya ber bi Îslandayê ve ji nava balafira xwe telefonî Netanyahu kiriye û her du alî pê re axivîne; lêbelê derbarê naveroka vê hevdîtinê de tu agahî nehatine belavkirin.