Marianne Williamson, bi fermî namzediya xwe ragihand
PeyamaKurd- Nivîskara Amerîkî Marianne Williamson ku bi berhemên xwe nav û dengekî mezin bi dest xist, ragihand ku ew ê ji bo hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê yên sala 2024an bibe namzed.
Nivîskara Amerîkî Marianne Williamson a 70 salî, di axaftina xwe ya li paytext Washingtonê de ragihand ku ew ji bo hilbijartinên serokatiyê yên sala 2024an li Amerîkayê bên kirin, bi awayekî fermî ji Partiya Demokrat namzet e.
Williamson da zanîn ku welat niha bi gelek zehmetiyan re têdikoşe û nîzama aborî ya heyî, pergala tenduristiyê û rewşa heyî ya li Washingtonê rexne kir.
Nivîskar Williamson, di daxuyaniyeke nivîskî de li ser malpera xwe ya fermî got, "Ez hest dikim ku 40 sal mijûlbûna bi travmayên bi hezaran mirovan re perspektîfeke bêhempa daye min li ser tiştê ku ji bo vegerandina Amerîka hewce dike, bixebitim."
Pirtûkên Williamson ên ku herî zêde tên firotan ên wekî "Bandora Siyê, Vegera Evînê, Guherîn û Sala mucîzeyan in. Di heman demê de Williamson, ji bo hilbijartina serokatiyê ya 2020yan jî namzet bû.