Mark Esper bi Ebdulmehdî re pêwendiyeke telefonî pêk anî
PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) û serokwezîrê Iraqê yê dest ji kar kişaye Adil Ebdulmehdî bi rêye telefonê axivîn.
Nivîsgeha Wezareta Berevaniya Amerîkayê, îro Duşemê ragihand ku Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Mark Esper pêwendiyeke telefonî ligel Adil Ebdulmehdî pêk aniye û di wê pêwendiyê de berdewambûna alîkariyên navbera her du welatan ên li dijî terorê û piştevaniya hêzên hevbeş bo dîtina paşmayên DAIŞê û parastina asayîş û seqamgîriya temamiya Iraqê hatiye guftûgo kirin.
Hat diyarkirin ku Mark Esper nîgeraniya xwe ji bo bombebarankirina binkeyên wan ên leşkerî li Iraqê nîşan daye û daxwaza tewdîrên pêwîst bo ragirtina wan bombebaranan kiriye.
Adil Ebdulmehdî jî nîgeraniya xwe ya derbarê vê rewşê de nîşan daye û daxwaz kiriye hemû alî hewil bidin bo rêgirtina zêdetir aloznebûna rewşê û gotiye: “Her lawaziyeke hikûmet û dewleta Iraqê dê bibe palder ji bo aloziyan.”
Ebdulmehdî ragihandiye ku biryardayîna yek alî dê bertekên dijberî ligel xwe bîne û wê demê jî zehmete bê kontrol kirin û ev jî dibe gef li ser asayîş û serweriya Iraqê.