Mark Esper seredana Bexdaye kir
PeyamaKurd- Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Mark Esper bi serokwezîrê Iraqê bi Adil Abdulmehdî re civiya. Esper bi Abdulmehdî re di mijara leşkerên Amerîkayê yên ku ji Sûriyê derbas bûne Iraqê de, bo dahatûya wan axifî.
Ragihandina nûçeyê ji aliyê baregeha çapemeniyê ya serokwezîrtiya Iraqê de hat kirin ku serokwezîrê Iraqê, wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê qebûl kiriye. Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê ragihand ku hatin û çûna leşkerên Amerîkayê bo Iraqê bi agahiya hukumeta Iraqê çêdibe û agahiyên ku di çapemeniyê dertên rast nînin. Her weha dê eskerên Amerîkayê yên ku ji Sûriyê derbasî Iraqê bûne, wê li Iraqê nemînin.
Mark Esper di mijara terorîstên ku di zîndanên Iraqê de ne, pêşdeçûnên li Sûriyê û pêwendiyên Iraqê bi dewletên cîran re bi Adil Abdulmehdî re axifiye.