Mark Milley: Li dinyayê wek serdema Serê Sar ne du superhêz sê superhêz hene
PeyamaKurd – Sererkanê Amerîkayê Mark Milley diyar kir, li dinyayê wek serdema Şerê Sar, ne du superhêz, sê superhêz hene.
Mark Milley ji mezûnên Zanîngeha Parastina Neteweyî re axaftinek kir.
Milley bal kişand ser wê yekê ku ji bilî Amerîka û Rûsyayê, Çîn jî di nexşeya siyasî ya cîhanê de cihê xwe girtiye û got, "Her diçe diyar dibe ku em niha di hawîrdoreke navneteweyî ya pirpolar de ne ku tê de herî kêm sê hêzên super (Amerîka, Çîn û Rûsya) hene."
Milley bal kişand ser wê yekê ku piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê demek dirêj, Amerîka yekane hêza super bû, pişt re Rûsya û dûv re jî Çîn, Milley destnîşan kir ku cîhan wê di nav 10-15 salan de rastî zehmetî û qeyranên "pir giran" were.
Herwiha Milley eşkere kir, nakokiyên di navbera Amerîka û Yekîtiya Sovyetê de wê ne girîng bimîne û got, "Sê hêzên super ji du hêzan pir dijwartir in."
Milley got, "Hin welatên herêmê dest bi zêdekirina rola xwe ya li herêmên xwe kirine û derketine pêş, rewşê hîn aloztir dike. Hin ji wan wê di pêşerojê de karibin bibin xwedî statuya superhêza."