TR KU SO
FB X
Cîhan

Mark Rutt: NATO di asteke ne saxlem de girêdayî Amerîkayê ye

Admin H
Nivîskar
📅 20 gulan 2026 16:30

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte beriya civîna Wezirên Derve yên NATOyê ya ku dê li bajarê Helsingborg ê Swêdê birêve biçe, li Baregeha NATOyê ya li Brukselê daxuyanî dan.

Rutte bal kişand ser guhertina rewşa ewlehiyê ya li Ewropayê û destnîşan kir ku Rûsya hîn jî gefa herî zêde ya rasterast e li ser ewlehiya Ewropa-Atlantîkê.

Mark Rutte guhertina biryarên Amerîkayê yên ji bo kêmkirina leşkerên xwe yên li Ewropayê wekî gaveke erênî nirxand û wiha axivî:

"Ewropa li gel Brîtanya, Tirkiye û Norwêcê xwediyê zêdetirî 500 mîlyon serjimariyê ye. Li pêşberî me jî Rûsyayeke bi 120 heta 140 mîlyon nifûsê heye. Ji bo em xwe li hemberî Rûsyayê biparêzin, em gelekî zêde û di asteke ne saxlem de girêdayî hevalbendekî tenê (DYA) ne. Divê Ewropa û Kanada zêdetir berpirsiyariyê bigrin ser milên xwe."

Parve bike: