Cîhan
Masa 6 qolî namzedê xwe li dora serê salê radigihîne
PeyamaKurd – Partiya CHP ê ji bo diyarkirina namzedê masa 6 qolî tarîx da. Cîgirê Kılıçdaroğlu, Bülent Tezcan di bernama tv yekî de ragihandina namzedê masa 6 qolî weha ragihand:
“Komîsyonekî hevpar ya 6 partiyan heye. Xebatên xwe di bin 9 serikan de û di bin 72 xalên bin de dimeşînin. Plan dikin ku xebatên xwe di paşiya kanûnê de an di serê salê de biqedînin. Di heman demê de wê namzedê xwe yê serokkomariyê jî ragihînin.”