TR KU SO
FB X
Cîhan

Mayîna ku Boko Haramê çandibû teqiya: 8 sîvîl mirin

Admin M
Nivîskar
📅 10 rêbendan 2024 03:16

PeyamaKurd – Li Nîjeryayê li eyaleta Bornoyê hat ragihandin mayîna ku Boko Haramê di rê de çandibû teqiya û di encamê de 8 sîvîl mirin û gelek kes birîndar bûn. Mayîn, di wexta ku 2 erebeyên bazirganî di rê de diçûn teqiya.

Mayîn, li ser rêya Ngala-Dikwa hatibû çandin. Heya niha Boko Haramê rûdanê negirtiye ser xwe lê li heman herêmê tevgerên Boko Haramê gelek zêde ne.

Parve bike: