McGurk Newroz pîroz kir: Em hemû deyindarê gelê kurd in
PeyamaKurd - Nûnerê berê yê Serokê Amerîkayê yê di Hevpemanîya Navdewletiy ya li dijî DAIŞê, Brett McGurk bi boneya cejna Newrozê, li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir.
Brett McGurk Twitteke Rûdawa îngilzî retweet kiriye û li ser vê twittê şîroveya xwe nivîsandiye. McGurk di peyama xwe da dibêje: “Newroz li xelkê Kurdistanê pîroz be, herweha li wan jî ku li bakurê Sûriyê vê rojê bibîr tînin.”
Happy #Newroz to the people of Iraqi #Kurdistan and those celebrating in northern Syria. May this new year bring peace and stability for Kurds in both countries. We all owe you a significant debt of gratitude. #NewrozPirozBe #Peshmerga #SDF https://t.co/2oVCFVcbjB
McGurk teqez dike: “Hêvî dikim ku îsal bibe sala aştî û seqamgîriyê ji bo kurdan li herdu welatan, em hemû deyindarên we ne.”