TR KU SO
FB X
Cîhan

McGurk serkeftina HSDê pîroz kir

Admin H
Nivîskar
📅 23 adar 2019 19:55

PeyamaKurd - Nûnerê berê yê serokê Amerîka yê li dijî DAIŞê Brett McGurk spasiya Hêzên Sûriya Demokratîk kir bi sedema tunekirina terorîstên DAIŞê û ev serkeftin li cîhanê pîroz kir.

Brett McGurk Ii ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û tê de spasiya HSDê ku terorîstên DAIŞê tune kirine kir û ev serkeftin li cîhanê pîroz kir.

Brett McGurk wek serkeftineke dîrokî bi nav kir û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

McGurk wiha got: "A girîng ew e ku îro em spasiya Hêzên Sûriya Demokratîk bikin. Ji ber ku vê pêngavê bi awayekî çalak dewam kir. Em sersaxiyê ji kesên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, dixwazin. Ev serkeftineke dîrokî ye, ji ber ku parastina tevahiya cîhanê hate kirin."

Parve bike: