McGurk: Ti planeke çawaniya vekisînê nîne, Tirkiye nikare…
PeyamaKurd - Nûnerê berê yê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de Brett McGurk ku piştî biryara Trump a vekişîna ji Sûriyê îstifa kiribû, ragihand ku ti planeke Amerîkayê ya li ser çawaniya vekişînê nîne û Tirkiye jî nikare li herêmê cihê hêzên Amerîkayê dagire.
McGurk di bernameya televizyona CBS a Amerîkî de li ser mijarê got, “Em çaverê nakin Tirkiye û welatekî din ê şirîkê me yê hevpeymaniyê bikare li Sûriyê cihê me dagire.”
McGurk herwiha bi bîr xist ku bi vekişîna nêzîkî 3 hezar leşkerên Amerîkî re, dê valahiyek li Sûriyê çêbe û ti planeke Amerîkayê derbarê çawaniya vekişînê de jî nîne.
Brett McGurk daxuyaniya xwe ya berê ya derbarê pêbaweriya Tirkiyê jî dubare kir û got, Tirkiye ev demek e ne partnereke pêbawer a Amerîkayê ye.