"Me êrîşa tolhildanê li dijî baregeha Amerîkî pêk anî"
PeyamaKurd - Sûpaya Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku wan êrîşeke tolhildanê li dijî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pêk aniye.
Daxuyaniyek ji aliyê Yekîneya Têkiliyên Giştî ya Sipaya Pasdarên Şoreşa Îranê ve hat weşandin û diyar kir ku tolhildan piştî êrîşa artêşa Amerîkî li ser bircê ragihandinê li Girava Sirik li parêzgeha Hormozganê hat kirin.
Daxuyaniyê ragihand ku Hêza Hewayî ya Pasdarên Şoreşê baregeha hewayî ya ku êrîş jê hatiye destpêkirin hedef girtiye û hedefên pêşwext destnîşankirî wêran kiriye.
Hêza Hewayî ya Pasdarên Şoreşê herwiha hişyarî da ku eger Amerîka êrîşên wekhev dubare bike, bersiva Îranê dê bi tevahî cûda be.
Daxuyaniyê zêde kir ku berpirsiyariya encamên di rewşek wisa de wê li ser "rejîma êrîşkar û zarokkuj a Amerîkî" be.
Her çend artêşa Îranê hûrgulî nedaye ka tolhildan li kîjan welatî pêk hatiye, lê di sibehê de, artêşa Kuweytê ragihand ku wan bersiva êrîşên bi dron û moşekan ên ku welat hedef digirin daye.