TR KU SO
FB X
Cîhan

Meclîsa Federalî ya Alman danîna ambargoya çekan bo Tirkiyê red kir

Admin H
Nivîskar
📅 11 hezîran 2021 20:05

PeyamaKurd – Pêşniyara opozîsyona Almanyayê ya bo danîna ambargoya çekan li ser Tirkiyê bi sedema binpêkirinên mafên mirovan, li Rojhilatê Derya Spî, Qerebaxa Çiyayî, Libya û Sûriyê li Meclîsa Federalî ya Almanyayê hat redkirin.

Pêşniyara ku ji aliyê Partiya Çep ve bi sernavê ‘Ji bo Tirkiyê çek nînin’ bi dengên partiyên hevpeymana Partiyên Yekîtiya Xristîyan (CDU/CSU), Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û Partiya Demokrata Azad (FDP) ve hat redkirin.

Herwiha pêşniyar qanûneke din a Keskan ji bo betalkirina destûrên noqavî yên deryayî bo Tirkiyê jî ji aliyê heman partiyan ve hat redkirin.

Parve bike: