Cîhan
Meclisa Misrê biryara sandina artêsê bo Lîbyayê da
PeyamaKurd- Meclisa Misrê bo şandina leşkeran bo Lîbyayê, di civîna xwe de qebûl kir û desthilata şandina artêşê bo Lîbyayê, da serokkomar Sîsî. Meclisa Misrê civîna xwe ya îro, bo çapemeniyê girtî kir.
Sîsî di 20 ê hezîranê de ragihandibû eger artêşa Lîbyayê ya ku Tirkiye destekê didê, êrîşê bajarê Sirte bike, wê Misir karibe rast e rast bikeve nava şer û weka “xeta xwe ya sor” beyan kiribû.