TR KU SO
FB X
Cîhan

Medya Amerîkayê: Dê Biden dorpêçên ser Rûsyayê ragihîne

Admin M
Nivîskar
📅 02 adar 2021 01:47

PeyamaKurd – Bi sedema Rûsya jehrê da muxalifê Rûs Aleksey Navalnıy û wî xiste zîndanê dê rêvebiriya Amerîkayê vê heftê di derbarê dorpêçên ser Rûsyayê de biryarên xwe ragihîne.

Televîzyona CNN a Amerîkayê binkeya agahiyên xwe biriye ser du kesên ji rêvebiriya Joe Biden û gotiye ku rêvebirî bo dorpêça ser Rûsyayê amadekariyên xwe dike. Wê dorpêçên Amerîkayê bi yên Yekîtiya Awrûpayê re di nav koordînasyonê de bên ragihandin û ev tewrê rêvebiriyê wê siyaseta li hemberê Rûsyayê tayîn bike.

Amerîka dikare li ser mudaxeleya Rûsyayê ya nav hilbijartinên Amerîkayê û di êrîşên "Solarwinds" ê de pêngavan bavêje.

Parve bike: