TR KU SO
FB X
Cîhan

Medya Îmarat: Tirkiye bi qaçaxî çekan dide îxwana Yemenê

Admin H
Nivîskar
📅 30 mijdar 2020 22:10

PeyamaKurd – Medya Îmaratê di hevpeyvîneke ligel Cîgirê serokê Daîreya Ragihandinê ya Meclîsa Demkî ya Başûrê Yemenê de ragihandiye ku Tirkiye bi qaçaxî çekan dişîne Yemenê û efserên tirkên bi navê karên mirovî çûne herêmê jî hatine dîtin.

Tora El-Eyn Îxbariye ya Îmaratê bi zarê Cîgirê serokê Daîreya Ragihandinê ya Meclîsa Demkî ya Başûrê Yemenê Mensûr Salih daye xuyakirin, “Vê dawiyê balafirên bêpîlot derbasî xeta şer a li Yemenê bûn da ku operasyonên leşkerî yên mîlîsên Îxwanan li başûrê welêt pêk bînin.”

Salih diyar kiriye ku ew balafir parçeyek ji piştevaniya serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bo rêxistina Îxwan Mislimîn a li Yemenê ye.

Herwiha Salih daye zanîn ku balafirên bêpîlot di Îlona borî de bi awayekî eşkere derketin, dema ku koma Îxwanan cureyên van balafiran derbas kirin da ku xalên hêzên li parêzgeha Ebînê bişopînin.

Parve bike: