Medya Îsraîlê: Derbasbûna Lubnanê di nav axa Sûriyê de tê gotûbêjkirin
PeyamaKurd - Medyaya Îsraîlê eşkere kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahî, ji bo nirxandina senyaryoya derbasbûna hêzên leşkerî yên Sûriyê bo nav axa Lubnanê, amadekariya civîneke taybet û awarte ya ewlehiyê dike.
Rojnameya Îsraîlê Yediot Ahronot ragihand ku ev tevgera Tel Avîvê piştî daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê îhtimala destwerdana Sûriyê ya li Lubnanê dest pê kiriye.
Li gorî nûçeya rojnameyê, Îsraîl bi tundî li dijî her cûre belavbûna hêzên leşkerî yên Şamê ya li nav sînorên Lubnanê ye û fikarên mezin li cem berpirsên ewlehiyê çêbûne ku dibe ku artêşa Sûriyê pêngavên wiha bavêje.
Şera: Niyeta me ya destwerdanê nîne
Ev amadekarî û fikarên Îsraîlê di demekê de ne ku Serokê Sûriyê Ehmed El-Şera, di hevpeyvînên xwe yên dawî yên televizyonî de bi zelalî diyar kiribû ku ti niyeteke wan a destwerdanê di karûbarên navxweyî yên Lubnanê de tune ye. Şera, destnîşan kiribû ku dewleta Sûriyê rêzê li serwerî û serxwebûna axa Lubnanê digire û alozîyê zêdetir nake.