TR KU SO
FB X
Cîhan

Medya Îsraîlê: Wê îsev yan jî sibe Îran êrîsî Îsraîlê bike

Admin H
Nivîskar
📅 05 mijdar 2024 22:13

PeyamaKurd – Çavkaniyên medyayî yên Îsraîlê radigihînin ku wê Îran îşev yan jî sibe bi moşekan êrîşî Îsraîlê bike.

Heman çavkaniyan meha cotmehê jî hişyarîya êrîşa Îranê ya ser Îsraîlê dabûn û paşê bi moşekên balîstîkî êrîş hatibû kirin.

Malpera Amerîkî ya bi navê Axios jî bi zarê rayedarên Îranê ragihandiye, Tehranê moşekên balîstîk li 74 çeperên welat bi cih kirine û ji bo avêtinê amade ne.

Roja Duşemê, artêşa Îsraîlê jî asta hişyariya leşkerî bilind kiribû bi sedema pêşbînîkirin û nehiştina êrîşeke Îranê ya çaverêkirî.

Li aliyê din lêkolînerê Enstîtuya Îsraîlî ya Ewlekariyê Benny Spati jî roja Duşemê ragihandibû: "Dîroka êrîşa Îranê ya li ser Îsraîlê nêzîk e û tê çaverêkirin."Spati dibêje: “Ji ber asta zêde ya gefan, dibe ku êrîşên Îranê îşev yan jî sibê bên kirin, Ew dîrok jî xwe diyar dike û bi berjewendiyên xwe ve girêdayî ye.”

Berdevkê Sipaha Pasdaran a Îranê Elî Mihemed Naîbî jî daye xuyakirin, wê Tehran bersiva êrîşên Îsraîlê bide.

Parve bike: